Ukraynayê, 3 gund rizgar kirin!

12 June 2023 15:00 0 dîtin
Ukraynayê, 3 gund rizgar kirin!

PeyamaKurd- Alîkara Wezîrê Parastinê ya Ukraynayê Anna Malyar ragihand ku artêşê gundê Storojove rizgar kiriye. Malyar ragihandibû ku piştî Blagodatne duh êvarê jî wargeha Makarivka hat rizgarkirin.

Anna Malyar, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku Ukraynaya ku leşkerên wê di operasyona dijî-êrîşê de bi ser ketin, ala Ukraynayê li gudê Storojove ku li herêmê di bin kontrola Rusyayê de ye, hatiye libakirin.

Malyar di peyama xwe de got, "Ala dewleta me, li ser Storojove li ba dibe, heta ku hemû axa Ukraynayê neyên rizgarkirin dê ji bo her wargehekê derbas bibe. Spas ji bo Mihail Ostrogradski 35. Lîwaya Piyadeyên Behrê." 

Mikhail Ostrogradski jî li ser pêşveçûnê di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand ku hêzên deryayî yên Odessayê, di çarçoveya êrîşan de gundê Storojove yê ku ji Adara 2022yan vir ve di bin kontrola Rusyayê de ye rizgar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di operasyona li gund de nêzî 50 leşkerên Rusyayê hatin berterefkirin û 4 leşker jî dîl hatin girtin.