Hêzên Kurdî 5 gundên din rizgar kirin

16 November 2019 13:30 0 dîtin
Hêzên Kurdî 5 gundên din rizgar kirin

PeyamaKurd- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengiya wê dike, duh bi şev operasyonek pêk anî û di encamê de 5 gun rizgar kirin.

Li gorî zanyariyên ku ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine wergirtin, duh bi şev li dijî gundên Hurriye, Cirin, El Ariş û Ezîziyê li dijî çekdarên îslamîst ku Tirkiyê piştgiriya wan dike operasyonek pêk anî û di encamê de 5 gund rizgar kirin.

Çekdarên îslamîst ku Tirkiyê piştgiriya wan li hemberî vê êrişa Hêzên Kurdî nekarîn xwe ragirin û ji 5 gundan bi paş de vekişiyan.