Serokwezîrê Ukraynayê: Em ê axa xwe rizgar bikin

09 January 2023 02:00 0 dîtin
Serokwezîrê Ukraynayê: Em ê axa xwe rizgar bikin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Ukraynayê Denis Smigal, li paytexta Ukraynayê ya Kievê ji ajansa Yonhap a Koreya Başûr re axivî û rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand. Serokwezîrê Ukraynayê amaje kir ku ew ê hemû axa xwe car din rizgar bikin.

Denis Smigal, di nirxandinên xwe bal kişand ser rewşa ji ber şer li Ukraynayê derketiye pêk û got ku

"Em nizanin şer dê kengê biqede, lê ya teqez ew e ku em ê axên xwe bi temamî paşve bigirin."

Şmigal di daxuyaniya xwe de zilma dagirkirina Rusyayê ya li ser welatê xwe şermezar kir û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku Ukrayna bi "temamî vegerandina axên xwe" şer bi dawî bike.

Serokwezîrê Ukraynayê, di nirxandina xwe de bal kişand ser wê yekê ku ji ber şerê li Ukraynayê 250 kîlometre çargoşe erd hatiye mînkirin û ev jî "mezintirîn zeviya mînkirî" ya cîhanê ye.

Şmigal da ragihand ku ji ber qadên mînkirî hem çûnehatina mirovan hem jî çandiniya zeviyan zehmet bûye û diyar kir ku Rusyayê li herêmên qelebalix zirar dane binesaziyê.

Denis Şmigal diyar kir ku kompleksên pîşesazî jî bûne hedefa êrîşan û diyar kir ku aboriya Ukraynayê tevî şer tevdigere û destnîşan kir ku hikûmet bê derengî mûçeyên karmendan dide.