Tûnis | Xwepêsanderên alîgirên Îxwanan xwestin bi ser parlamentoyê bigirin
PeyamaKurd – Alîgirên Îxwanî Muslimîn ên Tûnisê îro Yekşemê ji bo protestokirina biryarên Serokê Tûnisê Qeys Seîd xwepêşandeneke mezin li dar xistin û xwestin bi ser Parlamentoya Tûnisê de bigirin. Hêzên ewlekariya Tûnisê rê li ber xwepêşanderan girtin û deriyên derbasbûna parlamentoyê li ber wan girtin.
Hêzên ewlekariyê yên Tûnisê beriya xwepêşandana li bajarê Bardo ku avahiya parlamnetoyê lê wir e, amadekarî kirin û nehiştin xwepêşander derbas bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Tûnisê Qeys Seîd 25ê Tîrmeha 2021ê çend biryar wergirtibûn û dawî li deshilatdariya Îxwanan a li Tûnisî anîbû ku xwepêşanderên alîgirên Îxwanan wan biryaran protesto dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin