Twitterê bêminetiya xwe ya bo dewletan ragihand: Êdî hesabên wan etîket dike û dernaxe pês!
PeyamaKurd – Tora medya civakî Twitterê biryar da ku êdî hesabên dewlet, saziyên dewletan û şexs û kesayetên nêzîkî rêveberiyên dewletan ji ber binpêkirina bêalîbûnê dernexe pêş û wan etîket bike.
Hat ragihandin ku niha Twitter vê biryara xwe ji bo destpêkê li ser 5 welatên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa û Brîtanyayê pêk tîne.
Herwiha hesabên malpera Rodyaya Çînê ya tirkî CRI Tirkî û yê Sputnik Tirkiye jî wekî hesabên dewletan hatine etîketkirin.
Twitter bi vê biryarê re, wan hesabên dewletan û girêdayî wan, dernexe pêş û pêşniyar neke ji bikarhênerên twitterê re.
Li gorî biryara Twitterê wê ev biryara etîketkirina hesaban li ser hesabên dîplomasiya dewletan a fermî dikin, hesabên girêdayî saziyên dewletan û hesabên rojnamevan, medya û edîtorên bi ser nêrîna fermî ya dewletan ve were sepandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Twitterê beriya niha jî bi deh hezaran hesabên nêzîkî AKPê ku propagandaya wê dikirin asteng kiribûn û herwiha ji bo hesabên Rûsyayê jî heman tişt kiribû.
Li Tirkiyê çend hefte berê li parlamentoyê yasaya sînordarkirin û astengkirina medya civakî hatibû derxistin ku ji kompaniyên wekî Twitter û Facebookê hatibû xwestin li Tirkiyê nûnerên xwe destnîşan bikin, lê Twitterê ev jî red kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin