Twitterê 7 hezar hesabên sexte yên ji bo AKPê propaganda dikirin girtin
PeyamaKurd –Tora medyayî ya Twitterê ragihand ku 7 hezar û 340 hesabên sexte yên ji bo AKPê dixebitîn girtine.
Kompaniya Tora medyayî ya Twitterê belav kir, 32 hezar û 242 hezar hesabên ku ji bo hikûmetên dewletên Çîn, Rûsya û Tirkiyê re dixebitin hatine vekirin. Li gorî daxuyaniyê di çarçoveya operasyonekê de ji van hesaban 7 hezar û 340 hesabên sexte yên ji bo AKPê propaganda dikirin, hatine girtin.
Twitter dide zanîn ku ev lêkolîn bi hevkariya Enstîtûya Polîtîkayên Stratejiya ya Awistralyayê re (ASPI) û Rewangeha Internetê ya Stanfordê (SIO) kiriye û cara pêşî ye ku hesabên bi vî rengî eşkere tên eşkerekirin û tên girtin.
Li gorî daxuyaniyê 7 hezar û 340 hesabên ku ji bo hikûmeta Tirkiyê dixebitin hatine tesbîtkirin ku ev hesab bi awayekî kordînekirî ji bo Tirkiyê kar dikirin ango ji bo hikûmeta AKPê û Serokomarê wê kar dikirin.
Nîşaneyên teknîkî didin xuyakirin ku ev hesab bi şaxa ciwanan a partiya desthilatê re peywendîdar in, propagandaya dewletê û hikûmetê dikirin. Herwiha li gorî lêkolînê ev tor ji bo peywendiyên pereyên kripto jî hatine bikaranîn.
We’re disclosing new state-linked information operations to our public archive — the only one of its kind in the industry. Originating from the People’s Republic of China (PRC), Russia, and Turkey, all associated accounts and content have been removed. https://t.co/obRqr96iYm
— Twitter Safety (@TwitterSafety) June 11, 2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin