Ufuk Uras pistî hevdîtina bi Bahçeli re çû seredana Tuncer Bakirhan

20 November 2024 21:45 0 dîtin
Ufuk Uras pistî hevdîtina bi Bahçeli re çû seredana Tuncer Bakirhan

PeyamaKurd – Serokê berê yê ÖDPê Ufuk Uras piştî hevdîtina bi serokê MHPê Devlet Bahçeli re çû seredana serokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan. Uras ewilî bi hevserokê DEM Partiyê bi Tuncer Bakırhan re û paşî bi berdevkê partiyê bi Ayşegül Doğan û Ahmet Türk re hevdîtin kir.

Li ser hevdîtinê Uras di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyanî da û got:

“Bi birêz Bahçeli re li ser perspektîfa ku di demên dawiyê de avêt ortê, me hevdîtin kir. Ji ber eleqa ku nîşanê me da, sipasiya wî dikim.”

Li ser hevdîtina bi Bakırhan, Doğan û Türk, Ufuk Uras weha dewam kir:

Min îro bi serokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan re, berdevkê partiyê Ayşegül Doğan û paşî bi Ahmet Türk re, hevdîtinan kir. Ji bo pêşniyar û keda wan sipasiyê dikim.”