Ukrayna: 264 leskerên me, bi peymana pevguherînê tên veguhestin
PeyamaKurd-Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê ragihand ku îro li Mariupolê, 264 leşkerên Ukraynayê yên ku leşkerên Rûs dor li wan girtibûn, bi peymana pevguherînê tên veguhestin. Hat ragihandin ku ji van leşkeran, 53 jê bi giranî birîndar in.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê, leşkerên ku ji destpêka şerê Rûsyayê ve di Kargeha Azovstalê de dîl hatine girtin, bi peymana pevguherînê ji kargehê tên derxistin. Hat ragihandin ku li dorhêla kargehê hîn jî operasyon berdewam in û ji ber vê yekê jî 53 leşker bi giranî birîndar in. Li gorî daxuyaniyê, niha leşkerên birîndar tên veguhestin, piştre jî dê 211 leşker li gorî prosedurên pevguherînê, ji bo bajarê Olenevkayê yê di bin kontrola Artêşa Ukraynayê de ye, werin veguhestin.
Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy jî li ser veguhestina leşkeran peyameke bi vîdeo belav kir. Zelenskiy got, ‘Bi saya Artêşa Ukraynayê, îstîxbaratê, Lijneya Muzakereyan, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî, em hêvî dikin ku jiyana leşkerên li Kargeha Azovsalê were rizgarkirin.’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin