Ukrayna: Hêzên Rûs ketin bajarê Kreminnayê
PeyamaKurd-Parêzgarê Luhanskê ragihand ku hêzên Rûs ketin nav bajarê Kreminna ya ser bi herêma Luhanskê. Li gorî ragihandinê, li bajêr pevçûnên kolanan dest pê kirin.
Parêzgarê Luhanskê Sergey Gayday bi rêya medyaya civakî ragihand ku leşkerên Rûsyayê ketine nav bajêr. Di dewama agahiya hat dayîn de hat gotin ku pevçûn rû didin, sivîl asê mane û êdî ne pêkan e sivîl ji deverê werin veguhestin. Gayday da zanîn ku Artêşa Rûs bi hêzeke mezin a leşkerî û bi hejmareke zêde ya tanq û maşînên zirxî ketiye nav bajêr.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin