Rakêsiya li Ukraynayê gihîst asteke metirsîdar: Hêzên Rûsî ketin amadebasiyê!

25 January 2022 19:26 0 dîtin
Rakêsiya li Ukraynayê gihîst asteke metirsîdar: Hêzên Rûsî ketin amadebasiyê!

PeyamaKurd – Rakêşiya leşkerî ya navbera NATO, Amerîka û Rûsyayê gihîşt asteke metirsîdar ku piştî Amerîkayê li hember dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsya ve 8 hezar û 500 leşkerên xwe xistin amadebaşiyê, Rûsyayê jî bersiv da.

Li gorî medya rûsî, Rûsyayê zêdetirî 6 hezar leşker li sînorên Ukraynayê xistin amadebaşiya şer û niha dest bi lêkolîna amadekariyên şer kirine.

Ev nûçe piştî ku Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby gotibû, pêwîst bike ji bo bicihkirina li Ukraynayê wan 8 hezar û 500 leşkerên xwe xistine amadebaşiyê hat û rakêşiya navbera Rûsya û welatên Rojavayî ji ber rûdana şerê Ûkraynayê gihîşt asta herî bilind.