Ceribandinên Koreya Bakur ên nîsandana hêza nukleerî gihîst asteke metirsîdar!

24 February 2023 21:02 0 dîtin
Ceribandinên Koreya Bakur ên nîsandana hêza nukleerî gihîst asteke metirsîdar!

PeyamaKurd - Rêveberiya Pyongyang a Koreya Bakur, careke din ceribandina moşekên balistîk ên serikên nukleerî dikarin hilgirin, pêk anî.

Hat ragihandin ku Koreya Bakur di çarçoveya tetbîqata ku ji bo “nîşandana kapasîteya xwe ya dijêrîşa nukleerî ya li dijî hêzên dijmin” pêk anî de, 4 moşekên stratejîk bikar anî.

Li gor nûçeya rojnameya The Guardianê, di tetbîqata ku yekîneya moşekên krûz a stratejîk a artêşa Koreya Bakur tê de beşdar bûye de, 4 moşekên Hwasal-2 yên li rojhilatê nîvgirava Koreyê ber bi deryayê ve hatin avêtin.

Ajansa nûçeyan a Koreya Bakur KCNA jî ragihand ku moşek bi awayekî serketî li hedefên hatîne diyarkirin ketine. Koreya Bakur di nava 2022yan de, 37 ceribandinên moşekî pêk anîn ku ji despêka 2023yan ve jî 3 moşkeên balîstîk ceribandin.

Amerîka û Koreya Başûr jî sîmulasyona ‘şerê nukleerî’ pêşkêş kir û di daxuyaniyeke hevpar de diyar kirin ku ew amade ne, bersivê bidin gefên ‘nukleer’ ên Koreya Bakur.

Hat zanîn şanda ku leşker, rayedarên wezaretên berevaniyê û karên derve ên her du welatan tê de amade bûn, 22yê Sibatê sîmulasyona şerê nukleerî li Pentagonê li dar xistine.

Herwiha heman rojê li Derya Japonyayê, leşkerên Amerîkî, Koreya Başûr û Japonî jî tatbîkateke leşkerî li dar xistin.