Amerîkayê banga rawestandina ceribandinên mosekî li Koreya Bakur kir
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Koreya Bakur bang li rêveberiya Pyongyangê kir ceribandinên xwe yên moşekên balîstîk rawestîne û vegere ser maseya gotûbêjan.
Nûnerê Koreya Bakur yê Amerîkayê Sung Kim ji Pyongyangê xwest, dev ji ceribandinên moşekî berde ku dibin sedema “derencamên berevajî” got, ew hêvî dikin Koreya Bakur erênî bersiva hewldanên wan ên destpêkirina gotûbêjan bide.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Sêşemê 19ê Cotmeha 2021ê, Koreya Bakur moşekeke nû ya balîstîkî li ser deryaya Japonê ceriband û Encûmena Asayîşa Navdewletî jî neçar ma civîneke bilez saz bike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Koreya Bakur piştî ceribandina moşekî gtibû: “Armanca ceribandina moşekê ne Amerîka ye û tenê ji bo berevanîkirina li welat e, lewra pêwîst nake Amerîka nîgeran bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin