Koreya Bakur, di Roja Serkeftinê de hêza xwe nîsanî cîhanê da
PeyamaKurd- Di Roja Serkeftinê de Koreya Bakur bi balafirên xwe yên bêmirov û bi cureyên moşekên xwe û cebilxaneya xwe ya şer, hêza xwe nîşanî cîhanê da.
Li gorî çapemeniya Koreya Bakur, di merasîma leşkerî ya ku ji bo bibîranîna "Roja Serkeftinê" ya ku agirbesta Şerê Koreyê pîroz dike û bi beşdariya Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Sergey Şoygu hat lidarxistin, balafirên bêmirov û moşekên herî pêşketî yên welêt nîşan da.
Di merasima ku li Qada Kim Il Sung a paytext Pyongyangê hat lidarxistin de şandên Rusî û Çînî ku di nav wan de Rêber Kim Jong-Un jî cih girt, Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Sergey Şoygu û endamê Buroya Siyasî ya Partiya Komunîst a Çînê Li Hongzhong jî amade bûn.
Di merasima ku tê de moşekên herî pêşketî yên Koreya Bakur, Hwasong-17 û Hwasong-18 hatin pêşkêşkirin, Maşîna Lêdana Nukleer a Bêmirov a Binavê "Haeil" jî hat pêşandan.
Balafirên şer ên artêşa Koreya Bakur jî li qada merasîmê firîn ku "balafirên keşfê yên bêmirov ên stratejîk" û "balafirên bêmirov ên pir-armanc" firînên xwenîşandanê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin