Serokê Koreya Bakur roja jidayîkbûna Putin pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un, roja jidayîkbûna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pîroz kir.
Li gor Kim Jong-Un eşkere kir: “Ez kêfxweş im ku dibînim bi awayekî bê pêşîne piştevanî û hevkariya navbera her du welatan ji bo pêşxistina pêwendiyên me pêş dikeve. Ev ligel rûhiyeta wê rêkeftinê ye ku di sala 2019an de me îmze kir.”
Herwiha Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un hêviya xwe aniye ziman ku pêwendiyên dostane yên navbera her du welatan, bibe sedema berdewambûna dostaniya navbera Koreya Bakur û Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin