Zêdebûna pileya germê gihîst asteke metirsîdar: 360 kes mirin

17 July 2022 23:35 0 dîtin
Zêdebûna pileya germê gihîst asteke metirsîdar: 360 kes mirin

PeyamaKurd – Zêdebûna pileyên germa havînê li çend welatên parzemîna Ewropayê gihîştiye asteke metirsîdar ku tenê li Îspanyayê 360 kes ji ber germa zêde mirin.

Li welatên Îspanya, Portekiz û Fransayê ji 40î heta 47 pileya germê hatiye tomarkirin ku hat ragihandin, li welatê Îspanya ji ber germahiya zêde 360 kes mirine.

Saziya keşûhewayê ya Îspanya, daye xuyakirin ku wê ji sibe 18ê Tîrmehê pê de hêdî hêdî pileya germê bikeve,

Serokwezîr Îspanya Pedro Sanchez jî ragihandiye ku ji ber germa zêde welatê wan rûbirûyî xeteriyeke zêde bûye.

Li aliyê din li Fransa û Portekîzê jî hişyarîya germa zêde hatiye dayîn û ji welatiyan tê xwestin, xwe ji germê biparêzin û ne pêwîst be dernkevin derve.