Ji bo Hewlêrê bi 8 xalan hisyariya zêdebûna pileya germê hat dayîn
PeyamaKurd - Rêveberiya berevaniya şaristaniya parêzgeha Hewlêrê li ser bilindbûna pileya germê hişyarî da hemwelatiyan.
Rêveberiya berevaniya şaristaniya Hewlêrê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, li gor pêşbîniyên rêveberiya giştî ya keşnasî û erdhejên herêma Kurdistanê di destpêka heftiya pêş û pê de pileya germê dê bi rêjeyeke berçav bilind bibe, ji ber wê jî divê xalên li xwarê hatine nivîsandin her kes li berçav bigire ji bo selametiya hemû aliyan û tenduristiyê baş dibe;
1 – Heta ji dest bê demjimêr 11:00ê heta 17:00ê li malên xwe bimînin û eger kareke pir girîng nebe dernekevin.
2 – Av û tiştên şil pir bixwin û vexwin, ji bo beden ji ber xwêdana zêde şilbûna xwe ji dest nede.
3 – Kesên bi temen û zarok di dema germê de nabe derkevin derve, bo ku tenduristiya wan têk neçe.
4 – Ewên li derve û li ber tîrêjên tawê kar dikin, hewl bidin kulawekî an jî şebqeyekî, an jî tiştekî ku serê wan ji tawê biparêze bidin serê xwe bo raste rast tîrêjên rojê li serê wan nede.
5 – Pir girîng e demên nîvro de otomobîl neajon.
6 – Agahdarê temasa elektrîkê bin, bargiraniyê nexin ser amûrên elektrîkê.
7 – Ti tiştekî nav otomobîlê de nehêlin bi taybet tiştên wek, bêhn, sprey, batariya telefonê, pawerbank û çeqmaq û hwd.
8 – Hewl bide eger derfet hebe rojê du caran xwe bi ava hênik bişo.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin