Ji Neteweyên Yekbûyî hisyariya zêdebûna pileya germahiyê li cîhanê
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) di Roja Cîhanî ya Jîngehê de, daxuyaniyek belav kir û ragihand, zêdetirî 3 mîlyar mirov li jîngeheke bi awayekî ne tendurist dijîn û wê di nav 5 salên bê de jî germahî asta standardên cîhanî derbas bike.
Di daxuyaniye Neteweyên Yekbûyî de hat diyarkirin, 3 milyar mirov li cîhanê di nav jîngeheke ne tendurist de dijîn û her sal 9 milyon mirov ji ber bandora qirêjiya hewayê zû dimirin.
NY da xuyakirin, herî kêm mîlyonek ajol û nebat niha di bin xeteriya jinavçûnê de ne ku dê di nav çend deh salên pêş de gelek ji wan ji nav biçin.
Di peyama Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ya Roja Cîhanî ya Jîngehê de, herwiha hat destnîşankirin ku nêzî nîvê hemû mirovahiyê li herêmên xeternak ên jîngehê dijîn û ji sedî 50 metirsiya germbûna gerdûnî heye ku tenê di 5 salên pêş de ji 1,5 pile derbas bibe.
Hêjayî gotinê ye, di Peymana Parîsê ya 2015an de hatiye pejirandin ku germahîya cîhanê li gorî demên berî pîşesaziyê ji 1,5 pile zêdetir nebe.
Heger derbas bibe jî heta sala 2050an salane 200 mîlyon mirov ji ber guherîna keşûhewayê wê koçber bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin