Netewên Yekbûyî hisyariya zêdebûna tundiyê li Kampa Holê da
PeyamaKurd – Netewên Yekbûyî di derbarê Kampa Hol a li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî da û bal kişan ser tundiya li wê derê.
Netewên Yekbûyî hişyariya zêdebûna tundiyê li Kampa Holê ya ku malbat û terorîstên DAIŞê tê de ne, da.
Koordînatorê Netewên Yekbûyî Îmran Riza, piştî lêkolînên 4 rojan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û li ser Kampa Holê hişyarî da.
Îmran Riza di daxuyaniya di derbarê Kampa Holê de belav kir de bal kişand ser zêdebûna tundiyê û got, 3 ji wan vê hefteyê, tenê îsal 26 kes hatine kuştin û 20ê wan jî jin in.
Herwiha Îmran Riza destnîşan kir, Sûriye bi her awayî rûbirûyî krîza avê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin