Yûnanîstan xwe amade dike giliyê Tirkiyê li Netewên Yekbûyî bike
PeyamaKurd – Yûnanîstan ji ber tevgera Tirkiyê xwe amade dike ku giliyê wê li Netewên Yekbûyî bike.
Hikûmeta Yûnanîstanê bi hinceta ku Tirkiye serweriya giravên xwe yên li rojhilatê Deryaya Egeyê dipirse, xwe amade dike ku giliyê Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) bike.
Ajansa radyo-televîzyona giştî ya Yûnanîstanê ERT ku li ser Wezareta Karên Derve ya Yûnanîstanê ye diyar kiriye, Atîna bi rêya Nûnera Daîmî ya Yûnanîstanê yê li NYê, nameya gilîkirinê pêşkêşî NYê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin