Yûnanîstan hêzeke ewlehiyê li ser sînorê Tirkiyê bi cih dike

17 December 2022 10:32 0 dîtin
Yûnanîstan hêzeke ewlehiyê li ser sînorê Tirkiyê bi cih dike

PeyamaKurd Rêveberiya Atînayê di derbarê ewlehiya sînorê navbera Yûnanîstan û Tirkiyeyê de biryareke nû sitend. Rêveberiya Atînayê wê 250 polêsên sînor bi cih bike û li herêma Evros (Erîc) ya li ser sînorê Yûnanîstan-Tirkiyeyê dewriye û çavdêriyê xurt bike.

Wezîrê Parastina Welatiyên Yûnanîstanê Takis Theodorikakos derbarê geşedanên li ser sînor de daxuyaniyek da û diyar kir,  wê têlên ku ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberên neqanûnî yên li herêma Maritsa hatine çêkirin li ser sînor bên dirêjkirin, pergalên çavdêriya elektronîk wê bên nûkirin û 250 polîsên nû yên sînor wê bên bicihkirin.

Theodorikakos di daxuyaniya xwe de eşkere kir, karê wan weke wezaret pêşîlêgirtina derbasbûnên neyasayî ye û tekez kir, di sala 2022an de 250 hezar derbasbûnên neyasayî hatine astengkirin û 1200 qaçaxçiyên mirovan hatine girtin.