Pistî êrîsên Cenîn û Sînagokê alozîya Îsraîl û Filîstînê gihîst asteke metirsîdar!
PeyamaKurd – Piştî êrîşa hêzên Îsraîlê li ser Kampa Cenîn a Şerîaya Rojava û êrîşa kesekî Filîstînî li ser sînagoga cihûyan aloziya navbera Îsraîl û Filîstînê zêde bûye û metirsiya bûyer û êrîşên mezintir derketiye holê.
Hêza komando ya Îsraîlê piştî moşekbarana Hemasê êrîşeke biribû ser Kampa Cenîn a Şerîa Rojava û 9 kes hatibûn kuştin. Piştre jî Filistîniyekî bi çekê êrîşî sînagokeke cihûyan kir û di encamê de 7 sivîlên Îsraîlî hatin kuştin.
Piştî van bûyeran pevçûnên di navbera Filistîniyan û hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê de li kuçe û taxên rojhilatê Orşelîmê jî zêde bûne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu serdana cihê êrîşa Sînagokê kir û soza bersiveke tund da Hamasê.
Netanyahu got: “Em hatine vî cihê ku êrîşeke tund li gelê me hat kirin. Em ê bi kabîneya xweî û hêzên ewlehiyê re hevdîtinê bikin û bêguman em ê biryar û tedbîrên tund bigirin.”
Li aliyê din li Xezeyê êrîşa ser Sînagokê wekî tol standinê hat pîroz kirin.
Hêjayî gotinê ye, êrîşa ser Sînagokê di dema ku Dîrektorê CIA William Burns serdana Îsraîlê dikir pêk hat û biryara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken jî serdana herêmê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin