Ûkrayna: Me kestiyekî ser ya Rûsyayê li Kirimê noqav kir
PeyamaKurd – Ûkraynayê ragihand ku li Kirimê keştiyekî şer ya Rûsyayê noqav kiriye. Îstîxbarata leşkerî ya Rûsyayê di ser hesabê xwe yê medyayê de videoyekî belav kir. Li gor videoyê çend drone li etrafê keştiya şer ya Rûsyayê dorpêç kirine û paşî keştiyê noqav kirine.
Ûkrayna dibêje; keştiya ku noqav kirine ya Rûsyayê ya bi navê Ivanovets e. Hinek bloggerên şer yên Rûsyayê piştrast dikirn ku keştî noqav bûye.
Wezareta bergiriyê ya Ûkraynayê dibêje ku bihayê keştiyê li dor 60-70 milyon dolariye.
Keştiya Ivanovest biçûke û ya fuzeya ye. Muretebatên wê 40 kesin. Nayê zanîn bê di êrîşê de kesekî miriye an na. Moskova heya niha bûyerê piştrast nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin