Ûkrayna ragihand ku li kestiyekî noqavê ya Rûsyayê xistiye
PeyamaKurd – Serokerkaniya Ûkraynayê ragihand ku Ûkrayna li keştiya noqavê ya Rûsyayê ya bi navê "Rostov Na Donu" xistiye. Serokerkaniya Ûkraynayê di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku li girava Kirimê êrîşê ser hêzên deryayê û sîstema hewayî ya Rûsyayê kirine.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku yekîneyên hevpar yên Ûkraynayê yên fuze û hêzên deryayê bi hev re êrîş birine ser hêzên Rûsyayê û di encamê de zerara mezin dane sîstema bergiriya Rûsyayê ya S-400 "Triumph"ê û 4 rampayên wan ku bi wan fuzeyan davêjin.
Ûkrayna her weha got ku li keştiya noqvê ya li bajarê Sivastopolê ya bi navê "Rostov Na Donu" xistine û keştî noqav bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin