Rûsyayê "ziyanên leskerî" yên Ûkraynayê ragihand
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku artêşa Rûsyayê li dijî navendên pîşesaziya leşkerî yên Ukraynayê bi çekên dûravêj êrîşek pêk anîye. Wezaretê diyar kir wan di êrîşê de pergala moşekên "Kinjal" a hîpersonîk jî bikar anîye.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de di der barê çalakiyên artêşa Rûsyayê yên li Ûkraynayê de agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên hêzên artêşa Rûsyayê didomin û wiha hat gotin, "Artêşa Rûsyayê duh danê sibê, li dijî navendên pîşesaziya leşkerî yên Ûkraynayê, bi çekên lûle dirêj ên ji beh û hewayî û sîstema moşekên "Kinjal" a hîpersonîk, êrîşeke mezin pêk anî."
Di daxuyaniyê de hate angaştin ku di nava 24 demjimêrên dawî de 14 frokeyên bêmirov ên artêşa Ukraynayê hatine xistin.
"Ji destpêka operasyona leşkerî heta niha 567 froke, 265 helîkopter, 10 hezar û 540 frokeyên bêmirov, 447 sîstemên mûşekî yên parastina hewayî, 14 hezar û 536 tank û wesayitên zirxî, 1201 roketavêjên pirlûle, 7 hezar û 666 obus û 17 hezar û 210 maşînên leşkerî yên Artêşa Ukraynayê hatine têkbirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin