Ûkrayna peymana dostaniyê ya bi Rûsan re betal kir

11 December 2018 01:44 0 dîtin
Ûkrayna peymana dostaniyê ya bi Rûsan re betal kir

PeyamaKurd- Serokê dewleta Ûkraynayê Petro Poroşenko biryarnameya rawestandina peymana bi Rûsya re ya dostaniyê û hevkariyê îmze kir. Ûkrayna piştî krîza Kerçê hemû têkiliyên xwe bi Rûsya re dibire.

Biryarname wê di 1 ê nîsana 2019an de bikeve pratîkê. Peymana navbera her dû dewletan di sala 1997an de hatibû îmzekirin.