YEyê vîzeya pircarî ya Schengenê bo Rûsan betal kir
PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropa (YE) bi hinceta ku metirsiyên ewlehiyê yên ji ber şerê li Ukraynayê zêde bûne, dayîna vîzeyê ji bo welatiyên Rûsî zehmet kir.
Komîsyona Ewropayê ragihand ku ji niha û pê ve welatiyên Rûs dê nikaribin vîzeya gelek caran derbasbûnê (multi-entry visa) bistînin û ji bo her geşta xwe ya bo YE dê neçar bin ku serlêdana vîzayeke nû bikin.
Hat diyarkirin ku armanc parastina nîzama giştî û ewlehiyê ye.
Nûnera Bilind a YE ji bo Siyaseta Derve û Ewlehiyê Kaja Kallas, li serk medyaya civakî got: "Destpêkirina şer û hêvîyên ku mirov li Ewropayê bi azadî bigerin, ne mantiqî ye. YE ji ber bûyerên domdar ên balafirên bêmirov û sabotajên li ser axa Ewropayê, qaîdeyên vîzeyê ji bo welatiyên Rûs hişktir dike. Geştên bo YE mafekî bextewarî ye, lê ne garantî ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin