Li Diyarbekirê navenda serlêdana vîzeya Schengenê tê vekirin

23 July 2022 13:14 0 dîtin
Li Diyarbekirê navenda serlêdana vîzeya Schengenê tê vekirin

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê navenda serlêdana vîzeya Schengenê tê vekirin.

Li gor Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Diyarbekirê Mehmet Kaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir, wê di 25ê Tîrmehê de li Diyarbekirê jî navenda serlêdana vîzeya Schengenê bê vekirin.

Kaya da zanîn, bi hewldanên wan û piştgiriya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawuşoglu û Parlamenterê AK Partiyê Mehdî Eker, wê navenda serlêdana vîzeya Schengenê vebe.