Çînê li Kurdistanê navenda vîzeyê vekir: Êdî vîzeya Çînê li Hewlêrê tê dayîn
PeyamaKurd – Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, îro 24ê Çileyê bi merasîmekê navenda dayîna vîzeyan a Çînê hate vekirin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di merasîma ku li Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya Hewlêrê û bi beşdariya Balyozê Çînê li Iraqê Cui Wei û Konsulê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun hate lidarxistin de axivî.
Parêzgarê Hewlêrê got, “Îro yek ji wan rojên ku yek ji daxwaziyên xelkê Herêma Kurdistanê bi cih hatiye, ew jî dayîa vîzeya Çînê li Herêma kurdistanê ye”.
Xoşnaw bal kiyan ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Çînê yên bi taybet di warên bazirganî û pîşesazî de û wiha axivî: “Vekirina Navenda Vîzeyê li bajarê Hewlêrê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê gelek girîng e, ku armanc jê hêsankarî ye ji bo welatiyan, geştiyaran, bazirganan û veberhêneran”.
Parêzgarê Hewlêr destnîşan kir: “Daxwaza me herdem ji welatê Çînê ew bû ku welatiyên me ji bo wergirtina vîzeya Çînê serdana Bexda yan Stenbolê nekin, lê niha cihê dilxweşiyê ye ku welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin online vîzeya welatê Çînê werbigirin”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin