Dîplomatê Îranî: Parvekirina zimanekî hevbes bi Kurdistanê re danûstandinê hêsantir dike
PeyamaKurd – Balyozê Îranê yê Silêmaniyê Mehmûdiyan diyar kir ku pêwendiyên wan ên nêzîk bi Herêma Kurdistanê re hene û got, "Ji ber ku gelê Kirmaşan û Sine bi gelê Herêma Kurdistanê re xwedî zimanekî hevpar in, pêwendiya di navbera wan de gelekî hêsantir dike."
Balyozê Îranê yê Silêmaniyê Mihemed Mehmûdiyan beşdarî pêşangeha navdewletî ya geştûguzariyê ya Silêmaniyê bû û got: "Ev yek nîşana eleqedarbûna geşepêdana geştiyar û geştiyariyê ya tenduristiyê ye di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de."
Mehmûdiyan diyar kir ku ji ber sînorê hevpar gelek geştiyar di navbera her du aliyan de sefer dikin û got, "Ew ku gelê Kirmaşan û Sine bi gelê Herêma Kurdistanê re xwedî zimanekî hevpar in, peywendiya di navbera wan de gelek hêsantir dike."
Mihemed Mehmûdiyan got ku qebareya bazirganiya navbera Îran û Herêma Kurdistanê roj bi roj zêde dibe.
Dîplomatê Îranî diyar kir ku ew li bendê ne ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hikûmeta nû bê avakirin û got, Îranê her tim xwestiye ku di navbera PDK û YNKê de têkiliyên gelekî baş hebin.
Duyemîn Pêşangeha Tûrîzmê ya Silêmaniyê li Navenda Pêşangeha Navdewletî ya Tasluce bi beşdariya bi dehan kompaniyên geştiyariyê yên herêmî û navdewletî tê lidarxistin.
Fûara ku di 14ê Mijdarê de destpê kir, wê sê rojan berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin