Girtina dîplomatên Îranî li Ewropayê deng vedide

03 July 2018 23:34 0 dîtin
Girtina dîplomatên Îranî li Ewropayê deng vedide

PeyamaKurd - Berdevkê wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî îdîa kir ku Mucahidînê Xelk hewil dide ku di esnayê ziyareta Rûhanî de pêgeha Îranê li raya giştî ya Ewropayê di vê qonaxa hestiyar de xera bike.

Berdevkê wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan got: Berpirsên Îranê amade ne ku bi raberkirina belgeyên pêwîst  hevkariyê bikin.

Roja 30ê Hezîranê jin û mêrekî Belçîkî yên bi eslê xwe îranî, bi vê tawanê ku dil hebûn êrîşî ser kombûna Mucahidînê Xelk li Fransayê bikin, ji aliyê polîsê Bêlçîkayê hatin girtin.

Dîplomatekî Îranî yê rûniştiyê Belçîkayê ku têkilliya wî bi van jin û mêrî re hebûye jî ji aliyê rayedarên Almanyayê ve hatiye girtin û kesek din jî têkildarî vê yekê li Fransayê hatiye girtin.