Yekîtiya Ewropayê, dîplomatên xwe ji Sudanê derxistin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, ji ber şer û pevçûnên ku dewam dikin, rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE), welatî û dîplomatên xwe ji Sudanê derxistin.
Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel, di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de ragihand ku pêşî veguhestinên ji paytext Xartûmê dest pê kirin.
Michel spasiya Fransa û Cibutî û Nûnerê Bilind ê Karên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya YEyê Josep Borrell kir ku tevkariya wan di vê xebatê de çêbûye.
Gelek welatên wekî Amerîka û Brîtanyayê ragihand ku wan dest bi derxistina welatiyên xwe ji Sudanê kirine.
Her wiha pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) yên li Sudanê de ket hefteya duyemîn û hat diyarkirin ku her diçe, rewş aloztir dibe.
Li aliyê din hat eşkerekirin ku li paytext Xartum û bajarên din, hejmara kesên ku di pevçûnan de can dane, gihîştiye 413 kesan û 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin