Brîtanyayê, dîplomatên xwe ji Sudanê derxistin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Brîtanyayê Rishî Sunak ragihand ku ji ber zêdebûna tundûtûjiyê ya li Sudanê, dîplomatên Brîtanî û malbatên wan ji paytext Xartûmê hatine derxistin.
Sunak, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên çekdar ên Brîtanyayê valakirina bilez a dîplomatên Brîtanî û malbatên wan li Sudanê temam kirin ku tundî û gefên li ser karmendên balyozxaneyê gelek zêde bûne.
Rishî Sunak got: "Ez biryardariya dîplomatên me û cesareta personelên leşkerî yên ku ev operasyona dijwar li dar xistine teqdîr dikim."
Sunak diyar kir ku ji bo rawestandina xwînrijandina li Sudanê û dabînkirina ewlekariya welatiyên Brîtanî yên li welêt mane, ew bi her awayî hewil didin û got,
"Ez bang li aliyan dikim ku çekên xwe deynin û agirbesteke mirovî tavilê pêk bînin da ku sivîl ji herêmên pevçûnan derkevin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin