Artêsa Brîtanyayê: Rusyayê, noqavên xwe ji Kirimê derxistin

20 September 2022 17:30 0 dîtin
Artêsa Brîtanyayê: Rusyayê, noqavên xwe ji Kirimê derxistin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên artêşa Brîtanyayê ve hat ragihandin ku hêzên Rus, îro hinek noqavên xwe ji kendava Sivastopol a Kirimê derxistine. Di agahiyên hatin dayîn de hat eşkerekirin ku noqav, ber bi kendava Novorossiyskê hatine veguhestin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Brîtanyayê ve hat dayîn, noqavên ku ji kendava Sivastopol a Kirimê hatine veguhestin, ber bi Krasnodar Kraya Rusyayê hatine şandin û li kendava Novorossiyskê ya li qerexa Behira Reş hatine bicihkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku veguhestina van noqavan, ji ber gurbûna êrîşên Ukraynayê yên menzîldirêj çêbûye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku “Di nav 2 mehên dawî de êrîş li biryargeha komkeştiyê û hewavaniya navendî ya behirê hat kirin.”

Di berdewamiya şerê navbera Rusya û Ukraynayê de di dawiya meha tebaxê de berê şer hinek guherîbû û hêzên Ukraynayê, ji berevaniyê derbasî êrîşan bûbûn. Her wiha ji ber ku welatên Rojava jî çekên menzîldirêj dan Ukraynayê, hedefên berbiçav ên Rusyayê dibin armanca êrîşan.