Putin, ji bo artêsa Rusyayê biryareke nû da
PeyamaKurd- Ji qada berevaniya Rusyayê hat ragihandin ku Rusyayê temenê herî zêde yê leşkerên xwe deh salan bilind kir.
Di serdema ku Rusya xwe ji bo şerekî nû li dijî Ukraynayê amade dike û ji bo vê jî 100.000 leşkerên din perwerde dike de hat diyarkirin ku bi biryarekê, temenê leşkeran deh salên din hat dirêjkiirn û li gorî vê yeke; dê leşker bikaribin heta 70 saliya xwe li welêt leşkeriyê bikin.
Parlamentoya Rusyayê, roja sêşemê temenê herî zêde yê ku zilam dikarin bên seferberkirin ji bo xizmeta artêşê bi kêmanî pênc salan dirêj kir. Her wiha efserên payebilind jî dikarin heta 70 salî xizmetê bikin.
Ji aliyê din ve sererkanên leşkerî yên li Kievê jî di wê baweriyê de ne ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, hêzeke nû ya leşkerî ava kiriye da ku êrîşî devera Kupyanskê ya li bakurê xeta eniya Ukraynayê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin