Rusyayê, ji bo temenê leskeriyê biryareke nû da

26 July 2023 17:00 0 dîtin
Rusyayê, ji bo temenê leskeriyê biryareke nû da

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Rusya ji ber rewşa artêşa xwe ya di şerê Ukraynayê de bi pêş bixe, dê temenê leşkeriyê bihihîne 30 saliyê.

Hat ragihandin ku pêşnûmeya ku ji aliyê Meclisa Jêrîn a Dumayê ve hat qebûlkirin, dê di sala 2024an de bi erêkirina Meclîsa Bilind a Dumayê û Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin dest pê bike.

Ango li gorî vê biryara nû, sînorê temenê ku 27 sal e; dê bibe 30 salî û hat zanîn ku Kremlîn armanc dike hejmara leşkerên çalak zêde bike.

Li gorî zagonên Rusyayê, hemû zilamên ku temenê wan leşkeriyê digirin, li Rusyayê hewce ye ku ji bo salekê xizmeta leşkerî ya mecbûrî bikin.