Rusyayê ji bo balafirên bêmirov, biryareke balkês da
PeyamaKurd- Bi biryara Alîkarê Serokwezîrê Rusyayê û Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Rusyayê Denis Manturov, Rusya dê ji bo balafirên bêmirov bikaribe di çêkirina avahiyên nû de cih bide qadên daketina balafiran.
Biryara ku ji bo vê projeyê ji aliyê Wezîr Denis Manturov ve hat destnîşankirin, dê bi destên Wezareta Xizmetên Civakî û Avahiyan a Rusyayê û Saziya Dewletê ya VEB.RF were rêvebirin.
Li gorî biryara hatiye dayîn, ji bo binesaziya balafirên bêmirov were damezirandin, dê xebat dest pê bikin. Li ser naveroka biryarê di rojnameya İzvestiya de ev beşa ji pexşana biryarê hat ragihandin:
“Ji bo balafirên bêmirov û veguhezîna kargoyê, bila pêşniyazên li ser bicihkirina binesaziya termînalan û pêşbîniya para eraziyên derdora avahiyan a bi armanca zêdekirina di 3 salan de werin amadekirin û pêşkêşî hikûmetê werin kirin.”
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Xizmetên Civakî û Avahiyan a Rusyayê ve ji bo rojnameyê hat dayîn de hat gotin ku dê xebatkarên qada înşaatê, li ser projeyên pêwîst ên nû bixebitin da ku binesaziyên navborî daxil bikin û dê li ser bergirên ku teşwîq bikin, bixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin