Brîtanyayê, dorpêçeke nû li ser Rusyayê sepand

02 January 2023 00:30 0 dîtin
Brîtanyayê, dorpêçeke nû li ser Rusyayê sepand

PeyamaKurd- Rêvebiriya Brîtanyayê ragihand ku wan li ser Rusyayê dorpêçeke nû sepandiye. Hat ragihandin ku di dorpêça nû de hawirdeya gaza şilkirî ya ji Rusyayê hatiye rawestandin.

Ji aliyê Ofîsa Hevbendiya Neteweyan û Pêşketinê (FCDO) ve hat ragihand ku wan hawirdeya gaza xwezayî ya şilkirî ya ji Rusyayê, rawestandiye.

Digel berdewamiya qeyrana enerjiyê ya li Ewropayê berdewam dike, di daxuyaniya FCDOyê de ev agahî hatin dayîn:

“Îro Brîtanyayê hemû hawirdeya gaza xwezayî ya şilkirî (LNG) ya ji Rusyayê rawestand. Em rê nadin ku Putin şerê xwe yê neqanûnî fînanse bike û ji bo kêmkirina girêdayiya welatên cîhanê piştgirî dikin."