Wî welatî, li ser Rusyayê dorpêç sepandin

12 April 2023 16:00 0 dîtin
Wî welatî, li ser Rusyayê dorpêç sepandin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Kanadayê ve bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku li ser hin kes û rêxistinên Rus, dorpêç hatine sepandin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku Kanada dê li ser 14 kes û 34 rêxistinên Rusî sizayan bisepîne û dê pakêteke nû ya piştgiriya leşkerî bide Ukraynayê.

Justin Trudeau yê ku bi Serokwezîrê Ukraynayê Denis Shmihal re li Torontoya Ontarioyê civiya, piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Piştî civînê Serokwezîr Trudeau ragihand ku ji ber êrîşa Kanada ya li ser Ukraynayê dê sizayên nû li ser Rusyayê bên sepandin û ew dê pakêteke nû ya piştgiriya leşkerî bidin Ukraynayê.

Trudeau da zanîn ku Kanada dê 21 hezar çekên menzîldirêj, 38 mitralyoz û 2,4 milyon guleyan bişîne Ukraynayê û diyar kir ku ew ê sizayan li ser 14 kes û 34 rêxistinan bisepînin ku di nav de yên girêdayî kompaniya çeteyên Rusî Wagner jî heye.

Hat diyarkirin ku Kanadayê ji Çileyê 2022yan bi vir ve ye zêdetirî 8 milyar CAD arîkariya darayî, leşkerî, mirovî û yên din daye Ukraynayê.