Li Riyadê civînê Xezeyê: Divê dorpêçên bi bandor li ser Îsraîlê bên sepandin
PeyamaKurd – Di civîna Koma Temasê ya Xezeyê ya Rêxistina Hevkariya Îslamî ku li Riyad a Erebistina Siûdî kom bû de, daxwaza sepandina dorpêçan li ser Îsraîlê hate kirin.
Di encamnameya civînê de ji civaka navdewletî hatiye xwestin; rawestandina şandina çekan jî di nav de divê di gelek waran de dorpêçên bi bandor li ser Îsraîlê bên sepandin.
Derbarê civînê de Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî jî ragihandiye, hatiye diyarkirin ku Xeze beşeke Filîstînê ya nayê cudakirin e, ew koçberkirina Filîstîniyan a derveyî axa wan red dikin û ew herwiha li dijî operasyona Îsraîlê ya tê çaverêkirin li bajarê Refahê bê kirin in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin