Yekîtiya Ewropayê ji bo pereyên krîpto dest bi xebatên derxistina yasayê kir!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropa (YE) ji bo şopandin û transferên pereyên krîpto yên wekî bitcoin û pereyên din ên dijîtal dixebite ku sererastkirinekê pêk bîne.
Li gorî yasaya YE ku li ser xebat tê kirin, wê hewl bê dayîn ku agahiyên sazî, kes û kompaniyên bitcoin û pereyên din ên krîpto transfer dikin werin tomarkirin û ev jî bi mebesta pêşîgirtina spîkirina pereyên bi rêyên tarî ên wekî terorî û tilyakê hatine bidestxistin pêk tê.
Li gorî pêşniyaryasayê wê kes û kompaniyên pereyên krîpto transferî pereyên welatan bikin, agahiyên wan ên kompaniyê, jimara mişterî, navnîşan, jimara hesab û rojbûna wan bê xwestin.
Herwiha bi yasayê tê xwestin ku cuzdanên anonîm ên krîptoyan jî werin qedexekirin.
Hatiye diyarkirin ku derketina vê yasayê dibe ku heta du salan dom bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin