Yekîtiya Ewropayê operasyona ‘Aspidis’ a Deryaya Sor da destpêkirin
PeyamaKurd – Di Lutkeya Brukselê ya Wezîrên Berevaniya 27 Welatên Yekîtiya Ewropayê de ku Serkreterê Giştî yê NATOyê Jenst Stoltenberg jî beşdarî dike, mijarên Ukrayna û êrîşên Hûsiyan ên li Deryaya Sor têne gotûbêj kirin.
Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ya Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê Joseph Borrell dema destpêkirina civînê ragihand: “Em dizanin ku asayîşa rêyên avî yên Deryaya Sor di çend hefteyên derbasbûyî de gelekî xirab bûye. Em oprasyona bi navê ‘Aspidis’ ku ji gotineke Yûnanî hatiye girtin a bi wateya kelhê li ser Deryaya Sor bi rê ve dibin. Di vê operasyona me de pêşkevtin hene. Hûn dizanin, ji bo parastina keştiyên bazirganiyê çavdêriya bendan û zêdekirina hişyariya deryayî pêwîst e.”
Hêjayî gotinê ye, Belçîka, Danîmarka, Holanda û Almanya welatên sereke yên operasyonê û Belçîka dê bi keştiyeke leşkerî ya bi navê “Louis Marieyê” beşdarî operasyonê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin