Dîplomatê Îranî: Divê Îran di mijara Kurdên Rojava de bêalî be
PeyamaKurd - Dîplomatê Îranî Muhsin Pakayînê ku demekê sefîrê Îranê li Azerbaycan bû, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê diyar kir, ji ber kurdên Îranê pêwîst e dewleta Îranê di wê mijarê de bê alî bimîne.
Pakayîn ji malpera kurdpress re got, “Amerîka dixwaze kurdên Sûriyê ji Sûriyê veqetîne lê êdî baweriya kurdan bi Amerîka nemaye ji ber ku Amerîka di rojên teng de ew bi tenê hîştine! Ji ber vê sebebê herwiha ji ber dijminahiya Tirkiyê kurdên Sûriyê dê berê xwe bidin rêjîma Şamê. Ji xwe ya herî baş jî ev e!”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin