Navenda wergirtina vîzeya Tirkiyê li Zaxo dest bi kar dike

12 December 2020 15:00 0 dîtin
Navenda wergirtina vîzeya Tirkiyê li Zaxo dest bi kar dike

PeyamaKurd – Balyozxaneya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir û da zanîn, îro li navçeya Zaxo ya Duhokê, navenda wergirtina vîzeya Tirkiyê dest bi kar dike.

Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Tirkiyê, navenda vîze ya bi rêya kompaniya Gateway Management, îro destbi kar dike. Armanca vekirina wê navendê, bo welatî bikaribin bi awayekî bileztir û hêsantir daxwaza wergirtina vîze bo serdankirina Tirkiyê bikin e.

Herwiha Balyozê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay jî li hesabê xwe yê twitterê ragihand: “Hemwelatiyên Iraqê dihatin Duhokê û serlêdana vîzeyê dikirin, lê bi vekirina vê navendê pêwîst nake bên Duhokê û dê bikarbin li Zaxo serlêdana xwe bikin û pasaportên xwe jî bi rêya kompaniyê werbigirin.”

Balyozxaneya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê, destnîşan kir ew dê karê berfirehkirina navendên wergirtina vîzeya Tirkiyê berdewam bikin.