Wezîr Ahmed Fakak: Zaxo ciyê gestûguzariyê û pira navbera Iraqê û Tirkiyê ye

11 September 2024 23:36 0 dîtin
Wezîr Ahmed Fakak: Zaxo ciyê gestûguzariyê û pira navbera Iraqê û Tirkiyê ye

PeyamaKurd – Wezîrê Çand, Turizm û Berhemên Kevin yê Iraqê Ahmed Fakak, îro li Herêma Kurdistanê li bajarê Zaxoyê, di Foruma Tûrîzmê de pesnê Herêma Kurdistanê da, Kurdistanê bilind nirxand û got:

“Zaxo ne tenê bajarekî geştûguzariyê ye lê di heman wextê de di navbera Iraqê û Tirkiyê de bûye pirekî xwurt. Xwedê xwezayekî delal û hûzûrê daye Kurdistanê.

Zaxo, wekî bajarên din ên Kurdistanê gelek xweş e. Mirovên ronakbîr ên bajêr hene. Xweşiyên temamê li bajêr bexşa Xwedê ye. Kurdistan, tevî xweşiya wê, hêjî pêşde diçe. Ji bo pêşdeçûna sektora geştûguzariyê, divê hevkariya zêdetir bêkirin.”