Rûsya: “Heyeta Tirkiyê ji bo di derbarê navenda xazê de agahiyan bistîne dê were Rûsyayê”

26 November 2023 00:06 0 dîtin
Rûsya: “Heyeta Tirkiyê ji bo di derbarê navenda xazê de agahiyan bistîne dê were Rûsyayê”

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak ragihand ku wê heteya Tirkiyê ji bo di derbarê navenda xazê de agahiyan bistîne wê here Rûsyayê. Rûsya û Tirkiye ji berê de plan dikin ku navenda xazê li Tirkiyê deynin da xaz ji Tirkiyê here welatên Ewrûpayê.

Serokê Rûsyayê Putin di Cotmeha sala borî de pêşniyar kiribû ku li Tirkiyê navenda xazê ava bikin da bi rihetî xazê bidin welatên Awrûpayê û serokê Tirkiyê Erdoğan jî pêşniyara Putin qebûl kiribû.

Ji bo proje bicîh were, terefê Rûsya û Tirkiyê xebatên xwe dikin û Novak, di televîzyona Rûsyayê de di mijarê de axifî û got:

“Em bi hêvîne ku proje di demekî kurt de bicîh were. Niha li ser nexşerêyê peymanekî heye û heyeta Tirkiyê ji bo xebatên terefê Rûsyayê hîn bike, plan dike ku were St. Petersburgê. Ez bawerim ji bo proje bicîh bibe, em ê îsal bigihên encamekî.”

Serokê Rûsyayê Putin jî li ser projê gotibû ku ew dikare li Tirkiyê ji bo Awrûpayê navendekî xazê ava bike û ti mudaxeleya bazara petrolê an bikaranîna rezervekî pirsgirêka enerjiyê çareser nake û dawiyê gotibû:

“Rûsya amade ye sewqiyata enerjiyê bike Awrûpayê û top niha li cem wan e.”