Balyozê Rûsî: Derbarê Sûriyê de ti rêkeftineke Rûsyayê bi Tirkiyê re nîne
PeyamaKurd - Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutrashev îro Çarşemê di Forûma MERI ya li Hewlêrê berdewam dike de ragihand, derbarê Sûriyê de ti rêkeftineke Rûsyayê li gel Tirkiyê nîne.
Elbrus Kutrashev, îro li Hewlêrê di Foruma MERI de li ser rewşa Sûriyê û siyaseta Rûsya û Tirkiyê ya Sûriyê de axivî û got, Rûsya û Tirkiye xwedî du nêrînên cuda ne li ser paşeroja Sûriyê û ti rêkeftineke Rûsyayê li gel Tirkiyê nîne.
Kutrashev li ser pirsa Kurd a li Sûriyê jî diyar kir ku helwesta hemû aliyan derbarê Kurdên Sûriyê de aloz e û got, “Em nikarin Kurdên Iraqê û Kurdên Sûriyê bidin ber hev.. Kes nizane pêşeroja Kurdan li Sûriyê dê çawa be.. Li Sûriyê hebûna herêmeke taybet a Kurdî ne hêsan e.”
Balyozê Rûsî li ser rewşa Efrînê jî da zanîn ku tişta li Efrînê diqewime trajîk e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin