Balyozê Amerîka: Biryara NY bo Sûriyê serkeftina hevkariya dîplomatên Amerîkî û Rûsî ye

11 July 2021 19:11 0 dîtin
Balyozê Amerîka: Biryara NY bo Sûriyê serkeftina hevkariya dîplomatên Amerîkî û Rûsî ye

PeyamaKurd – Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeffrey Prescott, piştî derxistina biryara berfirehkirina mekanîzmeyên alîkariyên mirovî bo Sûriyê derbarê hevkariya ligel Rûsyayê de daxuyanî dan û wekî serkeftinekê nirxand.

Jeffrey Prescott, biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî ya bo berfirehkirina mekanîzmayên alîkariyê bo xelkê Sûriyê wekî serkeftineke hevkariya dîplomatên Rûsî û Amerîkî nirxand û got, ew mînakeke girîng a hevkariyê ye û Washington hêvî dike ev serkeftin were bipêşxistin.

Hêjayî gotinê ye, Rûsyayê vetoya ser dirêjkirina gihandina alîkariyan rakir ku dema bo şandina alîkariyan li xelkê Sûriyê hat dirêjkirin.

Balyozê Amerîkayê ew biryar bi kêfxweşî pêşwazî kir û ev yek wekî biryareke êrînî ya serkeftî nirxand.

 Prescott herwiha got ku ew hêvî dikin di mehên pêş de vê hevkariyê ligel Rûsyayê zêdetir bipêş bixin.