Rûsya: Gazprom ji bo navenda xazê bi rêvebirên Tirkiyê re diaxife
PeyamaKurd – Hukumeta Rûsyayê li ser plana avakirina navenda xazê ya li Tirkiyê daxwuyanî da. Rûsyayê got ku di mijarê de rêvebirên şîrketa xazê ya Gazpromê ji bo avakirina navendê bi Tirkiyê re diaxifin. Hem Rûsya ragihand ku ji bo danîna ‘mekanîzma fiyetê’ dikare alavên pêdivî bi wan heye, bide Tirkiyê. Cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alexander Novak li ser mijarê pêşdeçûnan ragihand. Novak got ku hevdîtin di navbera Gazpromê û Turkiyê de hatine kirin û weha got:
“Ji bo avakirina navenda xazê dipên ku di sala 2023an de biryarê bidin. Ji bo navenda xazê em dikarin alavên fiyetê bidin Tirkiyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin