Ûkrayna: “Rûsya êrîsên xwe yên esmanî bo Kîevê zêde dike”
PeyamaKurd – Îro rayedarên Ûkraynayê hişyarî daye ku êrîşeke hewayî ya mûşekê bo Kîeva paytext hatiye kirin.
Dîrektorê Ofîsa Serokomariya Ûkraynayê Andriy Yermak li ser Telegramê nivîsiye, “Rûsyayê, bi mûşekan êrişî Kîevê kiriye.”
Her weha, Hêza hewayî ya Ûkraynayê jî îro ragihandiye ku mûşekek li Kîevê.
Daxuyaniya li ser kanala Telegramê ya Hêza Hewayî ya Ûkraynayê gotiye, “Baldar bin! Ji herêma Çernîvê mûşekek ber bi Kîevê ve tê!”
Ev êrîş piştî êrîşên Rûsyayê yên dawiya hefteyê pêk hatine ku bajarê Krîvîy Rîgê kiribûn armanc ku di encamê de jineke 32 salî tevî 3 zarokên xwe lê hatibûn kuştin ku Serokê Ûkraynayê Volodomîr Zelenskî jî jê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin