Ukrayna | Xwendekarekî ji Basûrê Kurdistanê di encama bombebarana Rûsyayê de can da

25 February 2022 14:36 0 dîtin
Ukrayna | Xwendekarekî ji Basûrê Kurdistanê di encama bombebarana Rûsyayê de can da

PeyamaKurd  Xwendekarekî ji Başûrê Kurdistanê yê bi navê Sarî Ebdullah, di encama bombebarana Rûsyayê de can da.

Li gor zanyariyan, Sarî Ebdullah ji Başûrê Kurdistanê bû û ji bo xwendina bilind li Ukraynayê bû.

Hevalê wî xwandekarî Nêçîrvan Mihemed ji Rûdawê re eşkere kiriye, navê wî Sarî Ebdullah e û xelkê Kerkûkê ye û li Ukraynayê dixwend, lê di bombebarana Artêşa Rûsyayê de can da.

Herwiha diyar kiriye, li gor zanyariyan Sarî Ebdullah li bajarê Lvîv ketiye ber bombebaranekê û di encamê de can daye.